RTE û AKP li Helebê têk çûn; dora Babê ye
Tirkiye bi mebesta ku li Rojava kanton negihêjin hev di ber Babê de li Helebê komên xwe yên çete tenê hiştin û ev encam derket.
Tirkiye bi mebesta ku li Rojava kanton negihêjin hev di ber Babê de li Helebê komên xwe yên çete tenê hiştin û ev encam derket.
Li Helebê ku navenda şerê navxweyî yê Sûriyê bû, ev 5 sal in, perde hatin kişandin. Perde, bi giştî bi têkçûna komên çekdar ên girêdayî hate kişandin. Ên ku têkçûyî di rasiyê de ne komên çekdar ên li Heleb û Sûriyê bûn; polîtîkayên RTE û AKP’ê yên li Sûriyê bûn. Ji ber ku ev komik beriya bi çend mehan jî ji Tirkiyê dixwarin. Ji ber ku Tirkiye bi mebesta ku kantonên Rojava negihijin hev, di ber Babê de komên çete li Helebê tenê hiştin, ev encam derket. Ji bo vê jî, têkçûyî ne komên çete lê Tirkiye bi xwe ye.
14’ê Adara 2011’an, ji roja ku li ser navê şoreşa Sûriyê raperîn dest pê kir, Tirkiye bû alî. Hê beriya ku mehek jî di ser re derbas bibe, serokwezîrê demê yê Tirkiyê Erdogan kesên ku rabûyin weke Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) bin av kir. Bi gotina, Artêşa Azad ev der stand, ew der stand diyar kir ku ew aliyek ji vî şerî ye. Piştre komên Tirkmen ên bi navê Sultan Muhammed Fatîh, Kanûnî Sultan Suleyman, Kanûn’nin Torunlari, Asîfet Şîmal, Sultan Abdul Hamît ava kirin. Ji ber sedema bêbandormayina van komikan, koma Lîva Tevhîd, 2013-2014’an bi ser Kurdan de şand. Ji serî ve bi Nûsra re di nav têkiliyeke xurt de bû. Ji ber ku êrîşên bi ser Serêkaniyê de, piştî ku koma Nusra, di ser Tirkiyê re ji bo Helebê hate veguhaztin pêk hat. Têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re domandin ku heta niha jî ev têkilî bi awayekî xurt berdewam dike. Tirkiye bi van koman dixwest du encaman bi dest ve bîne; 1- Kurd tiştekî bi dest nexin, 2- Têkbirina hemû destketiyan û pêknehatina ti tiştekî têkildarî Kurdan.
Xala duyê jî ew bû ku Birayên Misilman werin ser desthilatdariyê ku bi Tûnisê dest pê kiribû, bi Lîbyayê berdewam dikir û dixwest bi Sûriyê re temam bike. Dihate xwestin ku sîstemeke sinnî ya herêmî pêk bînin. Erdogan xwe jî li ser vê sîstemê disêwirand. Ji ber ku piraniya Birayên Misilman ên ku li Sûrî ber bi qadê ve hatibû ajton, kadroyên berê bûn ku ji mêj ve li Tirkiyê dihatin xwedîkirin. Bi yekî ji van ku dema bihurî anîbûn ser Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê, bi Halît Hoca AKP ya Sûriyê jî dabû avakirin.
Di serî de DYA, Rûsya û Îran, Fransa, Ingilîstan, Elmanya û hwd. hesabên wan ên li ser Sûrî, bi hesabên Tirkiyê re ku dixwestin Birayên Misilam serwer bikin, li hev nehat. Lê ji van hêzan hin jê, di mijara Kurdan de ji ber tawîzên domdar ên ku ji Tirkiyê qut dikriin, çavê xwe ji êrîşên Tirkiyê re girtin. Yek ji sedema vê ev bû ku sîstema federal a Kurdan bû ku dixwestin bi rêya sêyan a ku hilbijartibûn jiyaneke demokratîn, bihevrebûna gelan ji xwe re kiribû armanc. Xwerêveberina Kurdan di heman demê de ji bo sîstema wan jî dibû gefek.
Ji bo vê sedemê jî Kurd di navbera van hêzan de tim bûne mijara bazarê. Lê ev hemû bazar ji hêla Kurdan ve û gelên hevalbendên wan ve û sîstema ku bi hevparî avakirin, bi hêzên parastinê û stratejiya wan têk çûn. Ji ber ku bûne tekane hêza ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin û dikarin şer bikin, li dijî vê DAIŞ’ê ku hatibû afirandin û di barbariyê de belkî de di dîrokê de mînaka wê nîn e. Ji bo vê sedemê jî yek ji plan, bazar û peyman pêk nehat. Tim Kurdan û hêzên hevalbendên wan bi ser ketin.
Bi berxwedana Kurdan ji ber ku armancên rastîn ên Tirkiyê derketin holê û her wiha ji ber ku têkiliyên wê yên bi DAIŞ’ê re deşîfre bûn, her roja ku diçû kozên wê di destê wê de nediman. Piştî ku balafira Rûsya xist, hema bibêje êdî di dest de ti kozeke ku bi kar bîne nema. Lê hê jî bandoreke wê ya mezin heye, li ser wan komên li Helebê. Ew komik dixistin tevgerê û planên rejîma Sûriyê û hêzên navdewletî tevlîhev dikirin. Li hêla dî jî hêza QSD’ê ku artêşa gelên Sûriyê yê siberojê ye, ku par hatibû ragihandin û di nav salekê de gelek deverên strajîk ji DAIŞ’ê standin. Lêgerînên li ser navê sîstema Bakurê Sûriyê bi Federasyona Bakurê Sûriyê bi encam bû.
Her wiha Meclîsa Sûriyeya Demokratîk derkete holê ku ji bo çareseriya hemû keşeyên tevahiya Sûriyê di nav hewldanan de ye. Ev sazî û hêzên demokratîk ên ku derketin holê, ji hêla dîplomatîk, siyasî û leşkerî ve gelek serketin bi dest ve anîn. Herî dawî bi azadkirina Minbicê re, ji bo temamkirina sînorên federasyonê, rizgarkirina Babê û vekirina rêya Efrînê ya ku ev 5 sal in girtîbû kete rojevê. Ev rewş di heman demê de dihate yekbûna kantonan. Di vê navê de, dema ku ev rewş diyar dibûn, polîtîkayên Tirkiyê yên li ser Sûriyê, xelîfetiya li ser sîstema sinnî, padîşahiyê derbên mezin dixwarin. Ji bo vê jî Tirkiye ji bo ku polîtîkaya xwe ya dijî Kurd bidomîne, kozê xwe yê dawî jî bi kar anîn û pişta xwe da komên çete yên li Helebê. Helbet ev peyamana ku bi Rûsyayê re danî, ev kir. Ji bo vê jî ev nêzî 2 meh in ji Helebê re guhê xwe girtibû. Di bin de alîkarî ji komên xwe re şandin, ku tengav bûbûn. Lê di vê mijarê de dema ku dîsa bi Rûsyayê hate pêşberî hev, peymaneke ku bi temamî destê xwe ji wan bikişîne hate danîn. Ev peyman, li Rûsyayê ji hêla Wezîrê Karê Derve Mevlût Çawişoglu û herî dawî Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ve hate îmzekirin, ku ji bo îmzeyê bang li wan kiribûn. Tirkiye di ber Helebê de ku neça me destê xwe ji komên xwe yê Helebê bişo, bi mebesta ku xaka Federasyona Bakurê Sûriyê nebe yek, xwest ku Bab bi dest wê ve were berdan. Rûsya heta ku perdeya li Helebê were kişandin ev qebûl kir. Piştî qebûlkirina Rûsya, Sûriyê jî bêdeng ma. Li hêla dî jî destê xwe li Helebê sivik kir.
DAWIYA BI HEZN A KOMÊN HELEBÊ
Komên li Helebê ev 2 meh in di rewşeke tevgav de ne. Heta ku Bînalî çûyî Rûsyayê jî bi awayekî debara xwe dikirin. Piştî ku Bînalî çû Rûsya, dest bi gotina, ‘ha îro, ha sibe wê Heleb biqede’ Ji ber ku di ber Babê de peyman hatibû dayin.
Dema ku ev bazar hatî kirin, Tirkiye bênavbera li gundên di navbera Bab û Minbicê de dixist ku di jêr kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de bûn. Di navbera çeteyan wî, leşkerên wî û şervanên Meclîs Leşkerî ya Minbicê de şer çêdibû. Li hêlekê Eniya Minbicê û li hêla dî jî Bab Tirkiye û çeteyên wê tengav dikir û diwestand. Ji bo vê jî Tirkiye bi navbeynkariya Tirkiyê, xwest ku şerê li Minbicê ji bo demeke kurt bide rawestandin. Bi navbeynkariya rayedarên Emrîkî yên li herêmê, 2 jê DYA’yî û 2 jê Tirk bi şandeyeke ku ji 4 kesan pêk dihat, çûne Minbicê û bi şandeyeke Meclîsa Gel a Minbicê re rûniştin. Çavuşoglu got, bi mebesta ku seh bikin bê ka YPG/YPJ heye çûne wir. Lê ya rast ev şande, bi mebesta ku heta ku Tirkiye û çeteyên wê Babê dagir bikin, ji bo ku şer bi taktîkî di navbera xwe û Meclîsa Leşkerî ya Miinbicê de bidin rawestandin çûbûn. Piştî vê hevdîtina di navbera şandeyan de, şerekî giran pêk nehat.
Piştî hevdîtina rayedarên Tirk û Emrîkî Tirkiye bi haziriyên ku berê kiribûn berê xwe da Babê. Rejîma Sûriyê jî di vê navê de ji bo gava dawî berê xwe Helebê. Lê artêşa Tirk li gel ku her cure teknîka şer bi kar tîne jî, li Babê gavekê jî bi pêş neket û gelek derb xwar. Di vê heftiyê de 7 tangên Tirk hatin rûxandin. Du tangên ku derb xwarin, duh li gundê Zerzûrê hate rûxandin ku bi balafirên şer li vir komkujiya sivîlan pêk anîbû. Her çi qasî veşêrin jî nêzî 20 leşkerên Tirk hatin kuştin ku piraniya wan ji efsaran pêk dihat û çekdarên artêşa taybet in. Her wiha duh gundê Kideran û Halîliye yên li Qibesînê bi dest DAIŞ’ê ve berda. Tirkiye ya ku bi tang, top, balafirên şer, çekdarên xwe yên endamên artêşa taybet di heftiyekê de nekarî li Babê bi pêş bikeve, ji niha û pê ve wê bikaribe bi pêş bikeve ne diyar e. Tirkiye tenê bi rêyekê dikare Babê dagir bike. Ew jî ev e ku DAIŞ weke li Cerablûsê kirî vekişe. Lê di rewşeke wiha de jî wê bi artêşa Sûriyê re hevrû bibe ku 6 kîlomtere dûrî Babê ye. Piştî ku rejîma Baas li Helebê serwer bû, şaş e ku mirov bifikire ku wê Babê ji Tirkiyê re bihêle. Ji ber ku rejîma Baas piştî ku Heleb kontrol kir, wê dengê xwe bêhtir bi ser ê Tirkan bixîne. Ji ber ku ti welat destûr nade ku welatê wî ji hêla hin welatên din ve were dagirkirin.
Di rewşeke wiha de ne Rûsya, ne DYA, ne Îran bêdeng namîne. Ji ber ku berjewendiyên starejîk ên van hêzan li ser vê xetê tê kirin. Nahêlin ku Tirkiye ziyanê bigihîne ser berjewendiyên wan ên startejîk.
JI NIHA Û PÊ VE WÊ ÇI BIBE…
Lê li gel vê jî Tirkiye bi rikdarî hewl dide ku Babê dagir bike. Tirkiye piştî ku pişta xwe da komên li Helebê kozê xwe yê dawî jî ji dest da. Bi vê kozê re êdî ti kozeke ku bikaribe li Sûriyê bi kar bîne nema, ango bi vê re êdî dev ji hemû polîtîkayên xwe yên Sûriyê berda. Ev hemû tişt bi wê sedemê kir, ku sîstema gelan, federasyona demokratîk li Bakurê Sûriyê pêk neyê.
Ku Babê dagir bike wê tenê ne bi rejîma Sûriyê re, bi gelek hêzên navdewletî re hevrû bibe. Her wiha piştî dagirkirina Babê, wê berê xwe bide Minbicê ku niha bi taktîkî êrîşên xwe daye sekinandin. Ne tenê li Minbicê wê êrîşên xwe yên li Şehbayê jî dîsa bide destpêkirin. Ango wê wê dîsa hewl bide bi perdeya dewleta Tirkmen dagirkeriya xwe bidomîne. Ev jî tê wateya şerê mezin. Di şerekî wiha de tenê wê gelên Bakurê Sûriyê cih negirin, hêzên din jî ji mecbûrî wê tevlê bibin.
Helbet, geşedan wê li gorî dagirkirina Babê biguherin. Di rewşa dagirkerinê de êrîşkariya Tirkiyê wê zêdetir bibe û di rewşa têkçûnê de jî, bi şêtbûnekê dikare dagirkeriya giştî ya bi ser Rojava de bide destpêkirin. Bi her hawî rîska şerê herêmî ku Tirkiye bibe sedem heye. Bi geşedanên rojên pêş be, ev rewş wê zelaltir bibe.