RSF: Gelo Tirkiye dê derî li rojnamegerekî Holandî bigire?
RSF: Gelo Tirkiye dê derî li rojnamegerekî Holandî bigire?
RSF: Gelo Tirkiye dê derî li rojnamegerekî Holandî bigire?
Rêxistina Rojnamegerên Sinor Nenas (RSF) di derbarê zehmetiyên rojnamegerê binav û deng ê Holandî Bram Vermeulen yê dixwaze îqameya xwe li Tirkiyeyê dirêj bike rastê xwest “bilezgîn daxuyaniyekê bidin”. Vî rojnamegerî bitaybet hevpeyvînên li gel rêveberên PKK’ê belavkiribûn.
RSF ku navenda wê li Parîsê ye daxuyaniyek nivîskî weşand û da diyarkirin ku, nûçegihanê rojnameya liberal ya NRC Handelsblad Bram Vermeulenê Holandî ku ji sala 2009’an ve li Tirkiyeyê xebatê dike, ji bo îqameya xwe dirêj bike rastî zor û zehmetiyan tê. RSF’ê aşkera kir ku, Vermeulen ji aliyê gumrukê ve jî baş nehate pêşwazî kirin û nûkirina karta wî ya çapemeniyê jî hatiye redkirin. RSF got: “Heya niha ji saziyên rayedar di vê mijarê de tu daxuyanî jêre nehatine kirin.”
RSF destnîşan kir ku, “Ne zelalliya meqamên Tirk nayê pejirandin. Eger rewş dewam bike dê Bram Vermeulen piştî 1’ê Çileya 2014’an îqameya wî ya li Tirkiyeyê weke defakto dê bê qedexekirin. Ev jî dê ji bo rojnamegerekî biyanî ji sala 1995’an ve bibe yekem tişt û Enqere dê li hemberî çapemeniya navnetewî biqirmiçe.”
Rêxistinê bang li meqamên Tirk kir ku, yan rewşa Bram Vermeulen sererast bikin yan jî bi awayek vekirî sedemê pirsgirêkê jêre îzah bikin.
RSF bertek nîşandan ku di nava vê sale de rojnamegerê Holandî pênc caran hatiye rawestandin û pirsyarkirin. Rojnameger Bram Vermeulen ji RSF’ê re axivî û got: “Ewlekariya sinor her carekê dibêje, pirsgirêkek ya ewlekariyê heye yan jî navê te di lîsteya reş de ye. Lê belê hemûcaran jî destûr didin ez bikevim welat, weke din jî heya 31’ê Kanûna 2013’an ehliyeta min ya xebatê heye. Heya niha tu kesê, ne balyozxaneya Tirk , ne jî wezareta Navxweyî û ne jî polîsan derbarê vê muamelê de daxuyaniyek nedane.” Hate diyarkirin ku, gumrukvanekî ji rojnameger re gotiye dê di demê pêş de vîzeya turîstiyê jî nedin te.
Rojnamegerê Holandî ji meha Nîsanê û vir ve li bendê ye Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Weşan-Çapemeniya Serokwezîrtiya Tirkiyeyê (BYEGM) karta çapemeniyê biguherin, lê naguherin. RSF’ê da diyarkirin ku, di nava hempîşeyên xwe de ê ev kart negirtî tenê ew rojnamegere û aşkera kir ku, heya niha ne rojnameger, ne rêveberiya NRC Handelsblad û ne jî Wezareta Karê Derve ya Holandayê daxuyaniyek zelal ji Enqereyê negirtine.
Rojnameger Vermeulen anî ziman ku, ew bi ti sûcî nayê gunehbarkirin û tîne ziman ku, ne ji ber bûyerên Gezî jî ye. Lê belê rojnameger bi şopandina mijarên “hesas” ve tê naskirin. Li gorî RSF’ê rojnamegerê Holandî hevpeyvîn li gel rêveberên PKK’ê kirine û her wiha di derbarê DHKPC û piştî gefa li ser leşkerên Holandî ên di binya NATO’yê de tê îdiakirin sinorê Sûriyeyê diparêzin hevpeyvîn belavkirine.
RSF’ê da zanîn ku, ji sala 1995’an û vir ve ti rojnameger rastî muameleyekî wiha nehatine. Di dîroka mijara gotinê de nûçegihana Reutersê Alîza Merkus ji ber nûçeyên di derbarê gundên Kurdan ên ji aliyê artêşa Tirk ve hatîn valekirin, derxistibûn dadgehên ewlekariya dewletê. Karta çapemeniyê nehatibû nûkirin û zext li ser kiribûn ku xaka Tirkiyeyê terk bike.