RSF'ê nerazîbûneke tund nîşanî girtina Gundemê da

Biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê di çapemeniya navneteweyî de cihekî berfireh girt. RSF'ê nerazîbûneke tund nîşanî biryara girtina rojnameyê û binçavkirina rojnamevanan da.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) bi imanekî tund biryara ji bo bêdengkirina çapemeniya azad şermezar kir û diyar kir, ev biryar ji bo çavtirsandina rojnamevanên li Tirkiyeyê hatiye dayîn.

Berpirsyarê RSF'ê yê Rojhilatê Ewropayê û Asya Navîn Johann Bîhr di vê der barê de daxuyaniyek da û biryara girtinê weke 'gava herî dijwar' a ji bo bêdengkirna medyayê bi nav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, biryara girtinê nîşan dide ku pêla zextê ya ji aliyê hikûmetê ve tê kirin, ne tenê li hemberî 'organên medya Gulenî' ye, ku hikûmet îdîa dike, piştî hewldana darbeyê ev yek li hemberî wan daye destpêkirin.

Bîhr diyar kir, hikûmeta Tirk nîşan dide ku gav gav hîn bêhtir nikare xwe li 'dengekî dijber' rabigire.

Biryara girtinê di organên çapemeniya navneteweyî de jî deng veda.

BBC

Di nûçeya li qenala televîzyonê ya BBC de, tevî biryara girtinê, her wiha serdegirtina avahiya Ozgur Gundemê û lêgerîna li vir jî hatin nîşandan. BBC ragihand, hin xebatkarên rojnameyê hatine binçavkirin û bal kişand ser xwepêşandanên protestoyî yên piştî vê biryarê.

LE FÎGARO

Rojnameya Fransayê Le Fîgaro bi sernavê "Rojnameya alîgirê Kurd hat qedexekirin" biryara girtina Ozgur Gundemê ji xwendevanên xwe re ragihand. Le Fîgaro bibîr xist, ku qertên nûçegihanên rojnameyê beriya niha ji aliyê hikûmetê ve hatibûn betalkirin. Le Fîgaro da zanîn, ku rojnameya Ozgur Gundemê ya di sala 1992'an de ava bû, beriya niha gelek caran bû hedefa dadgeriya Tirk.

DPA

Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) di nûçeya xwe ya li ser biryarê de ragihand, ku li hemberî gelek rojnamevanan û gelek kesên destekê didin Ozgur Gundemê beriya bi hefteyan lêpirsîn hatin vekirin û diyar kir, nûnerê RSF'ê Erol Onderoglû jî yek ji kesên ketiye ber van lêpirsînan e. Rojnameya Suddeutsche Zeîtûng jî agahiyên DPA'yê parve kir û da zanîn, pasaportên hin ji xebatkarên Ozgur Gundemê hatine betalkirin. Suddeutsche Zeîtûngê her wiha cih da daxuyaniya tund a RSF'ê ya ji bo şermezarkirina biryara girtinê.

DEUTSCHLANDFUNK: BI TAYBETÎ NÛÇEYÊN LI SER ŞERÊ LI HERÊMA KURDAN DIWEŞAND

Yek ji radyoyên sereke yên Elmanyayê Deutschlandfunk jî li ser biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê ragihand, ku vê rojnameyê bi taybetî şerê li Kurdistanê dikir nûçe. Radyoyê bal kişand ser lêpirsîn û dozên bi salan li hemberî rojnameyê hatine vekirin.

FOX NEWS

Qenala Fox News a Amerîkayê jî di nûçeya xwe ya li ser mijarê de ragihand, biryara girtina Ozgur Gundemê di demeke ku zextên li azadiya çapemeniyê zêde bûye de, hatiye dayîn.