RSF: Di 2013’an de 71 rojnameger hatin kuştin û 87 jî hatin girtin
RSF: Di 2013’an de 71 rojnameger hatin kuştin û 87 jî hatin girtin
RSF: Di 2013’an de 71 rojnameger hatin kuştin û 87 jî hatin girtin
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye diyar kir ku di sala 2013’an de 71 rojnameger hatine kuştin. RSF’ê da zanîn ku li gorî sala borî îsal hejmara kuştiya kêm bûye, lê revandin zêde bûye.
RSF’ê raporek weşand û da zanîn ku di 2012’an 88 rojnameger, di 2013’an de 71 rojnameger hatine kuştin.
Hat gotin ku ji sedî 37 xebatkarên çapemeniya nivîskî, ji sedî 30 yên radyoyê, ji sedî 30 tv û ji sedî 3’ê di din jî yên platformên nûçeyane. Ji her 10 rojnamegerên 4 heb bûne qurbana pevçûnan, ji sedî 96 jî mêrin.
Suriye, Somalî û Pakîstan di warê rojnamegeran de cihên herî xerabin û her wiha cihên Meksîka û Brezîlyayê jî Hindistan û Fîlîpînan girtiye.
Li gorî RSF di sala 2013’an de 87 rojnameger dîl hatine girtin. 71 heb li Bakurê Afîka û Rojhilta Navîn pêk hatin û 11 heb li Afrîkaya Sahra jê pêk hatiye. Li Suriyê 49 li Libyayê 14 rojnameger hatin girtin.
Di rapora RSF’ê de hat diyar kirin ku li seranserê cîhanê 178 rojnameger girtîne.
Komîteya Parastina Rojnamegeran a navenda wê li New Yorkê (CPJ) jî da zanîn ku di 2013’an de welatê ku herî zê rojnamger girtine Tirkiyeye.