Ronîda ya ji bûyerê xilas bû: Ji qerekolê gule berdan ser me

Ronîda ya ji bûyerê xilas bû: Ji qerekolê gule berdan ser me

Li navçeya Amedê ya Licê li gundê Hêzan welatiyên ku çêkirina înşatê protesto dikir û rastî êrîşa leşkeran hatin, kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bû. Ronîda Pervane yê

20 salî ku  birîndar bû diyar kir ku ji qerekolê gule berdan ser wan. Hate hînbû ku di nava leşkerên ku gule li ser gel barandine polîsên tîmên taybet jî hebûne û hate hînbû ji aliyê polîsan ve ji bo tespîta rêza barutê ya bîrandana, svapên destên wan girtine.

Ronî Pervane yên ku birîndar bû ji nexweşxaneyê taburcî bû. Pervane da zanîn ku piştî li ber qerekolê daxuyanî dane û vegeriyane ji qerekolê gule berdan ser wan.

Pervane got piştî êrîşê her der tevlihev bûye û jinek li erdê ketiye û ji zikê xwe birîndar bûye. Pervane got ew bi du birayên xwe hatibû çalakiyê û di dema bûyeran de li wan geriyeye û di wê demê de gule li pişta wî ketiye. Pervane got hêj di gule di bedena wî de ne.