Di xwepêşandanê de ya ku bi banga Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, Federasyona Rojnamevanên Swêdê, Rojnamevanên Sînornenas, PEN û Kluba Çapemeniyê ya Swêdê hate kirin, rojnamevan û nivîskaran AKP’ê şermezar kirin û xwestin ku bila rojnamevanên li girtîgehan serbest werin berdan.
'LI TIRKIYEYA ERDOGAN CIH JI ÇAPEMENIYA AZAD NEHATE HIŞTIN'
Şefê Çandê yê Rojnameya Expressenê Karîn Olsson diyar kir ku Erdogan hemû raye xistiye destê xwe û dixwaze Tirkiyeyê veguherîne dîktatoriyê.
Olsson got ku, “Li Tirkiyeya Erdogan cih ji çapemeniya azad re nehatiye hiştin û 14 mehan de ji ber heqareta li serokkomar doz li 260 kesan hatiye vekirin. Erdogan li derveyî welat jî bi rêya înterpolê rojnamevanan dide girtin.
'NAYÊ QEBÛLKIRIN KU TIRKIYE ÎNTERPOLÊ ÎSTÎSMAR BIKE'
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê Gunnar Ardelîûs jî got ku, “Endamê me Hamza Yalçin ji ber daxwaza Tirkiyeyê li Îspanyayê hate girtin. Berê di nav sînorên Tirkiyeyê de binpêkirina mafan dihat kirin. Niha jî bi rêya înterpolê dixwaze kesên muxalîf bigirin.”
'LI SER ROJNAMEVANAN FERZ DIKIN KU KARÊN QIRÊJ ÊN REJÎMÊ BIKIN'
Serokê Rêxistina Swêdê ya Rojnamevanên Sînornenas Jonathan Lûndqvîst diyar kir ku herkes dizane ku 17 rojnamevanên di rojnameya Cûmhûriyetê de dixebitîn bi sûcdariya piştgiriya terorîzmê tên darizandin û got, “Îro li Tirkiyeyê 166 rojnamevan di girtîgehê de ne. Bi sedan saziyên medyayê hatin girtin. Girtin rê li ber otosansurê vedike. Li ser rojnamevanan ferz dikin ku karên qirêj ên rejîmê bikin. Ev li dijî rûmeta mirovayetiyê ye. Ev tiştên wisa di dîktatoriyê de hene.”
Di dawiya xwepêşandanê de rojnamevan û nivîskaran diyar kirin ku wê pêşveçûnên li Tirkiyeyê bişopînin û ew ê pişta hempîşeyên xwe bigirin.