Rojnamevanê Swêdî li Taksîmê hate binçavkirin
Rojnamevanê Swêdî li Taksîmê hate binçavkirin
Rojnamevanê Swêdî li Taksîmê hate binçavkirin
Duh dema ku gel ji bo kesên di encama tundiya dewletê ya di berxwedana Parka Gezî û Lîceyê de hatin qetilkirin bibîr bînin li Taksîmê kombûn, polîsan êrîş kir û di encamê de Rojnamevana Swêdî Sara Olsson derbe xwar û hate binçavkirin.
Tê diyarkirin ku, piştî Olsson ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin û destên wê bi awayek kelepçe kirî, di otobusa polîsan de hate ragirtin, bire Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser rêya Vatanê.
Li ser mijarê me xwe gihand Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Swêdî Jonas Nordling û diyarkir ku, wana xwe gihandiye malbata Olsson û Wezareta Karê Derve, lê got di derbarê binçavkirina Sara Olsson de heya niha agahiyek neketiye destê malbat û Wezareta Derve.
Nordling destnîşan kir ku, ew gelek bifikarin ku hempîşeyek wan û hemwelatiyekî Swêdî li Taksîmê didema xwepêşandanekî de tê binçavkirin. Nordling daxwaz kir ku, pêwîste Wezareta Karê Derve ya Swêdê bikeve dewrê û ji rayagiştî re aşkera bike.
Ji Buroya Çapemeniya Wezareta Karê Derve a Swêdê Joakim Edvardsson Reimar daxuyaniyek da ANF’ê û da zanîn ku, di derbarê binçavkirina Olsson de agahî gihaye wan, ji bo Wezareta Derve têkilî bi Olsson re çêbike, ferman daye Serkonsolê Stenbolê Torkel Stiernlof. Hate gotin ku, Stiernlofê ku li Antalyayê ye îro piştî nîvro dê biçe Stenbolê, derketiye rê û di demjimêrên şevê de serdana Olsson û dê jêre parêzerekî bibîne.
Tê diyarkirin ku, Olsson xwendekarê Dibistana Bilind a Rojnamegeriyê ye û weke rojnamevanekî serbest peywirê dike.