Nûçegîhan Selman Keleş ê di Girtîgeha Tîpa Tyê ya Wanê de ye yê ku nûçegînanê dîhabera ku bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de hatibû girtin e, bi nûnerê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welatê ê Geverê Osman Înal re gotûbêjek çêkir. Înal 17 sal in kedkarê çapemeniya azad e û ew jî niha di girtîgehê de ye.
‘MIN ROJNAME DIXIST BIN SAKOYÊ XWE’
Înal diyar kir ku di salên 1990’î de dest bi belavkirina rojnemayan kiriye û got “Di navbera salên 1992-1994’an de ez li Geverê dixebitîm. Wan salan li Geverê her hefte cînayeteke faîlên wê nediyar pêk dihat. Lê dihat zanîn ku kî van cînayetan dike. Rewşa Awarte hebû. Lê di wan şertan de jî me rojnameyên xwe digihand gel. Ev ne hêsan bû. Dewletê bi awayê fîîlî qedexe kiribû ku rojname nekeve Kurdistanê. Rojnameya Ozgur Gundemê li ser navê kesekî xeyalî bi pakêtê ji Wanê ji me re dihat. Sakoyekî min ê fireh hebû, min rojname dixist vî sakoyî û wisa digerand. Havînê jî min hin rojnameyên cihê dixist kîsikekî û rojnameya me jî dixist hundirê wê û wisa rojname digerand.”
‘REWŞA AWARTE RABÛ, TIŞTEK NEGUHERÎ’
Înal diyar kir, ligel ku Rewşa Awarte rabû jî pêkutiya li ser çapemeniya azad ranebû û got, “Her dem cezayê rawestandinê didan rojnameyê. Polîsan xebatkar tehdîd dikirin. Gelek caran ez jî tehdîd kirim. Ne bi tenê ez, hevalên min jî tehdîd dikirin.”
‘PÊKUTÎ ZÊDETIR BÛ’
Înal got ku, “ Ferqa di navbera salên 1990’î û polîtîkayên bloka faşîst a AKP-MHP’ê ev e ku, a niha pêkutî zêdetir bûye. Ji ber ku ez di herdu serdeman de jî xebitîme, ez şahid û mexdûrê herdu serdeman im. Di her du serdeman de jî hevalên me hatin qetilkirin û girtin. Hevalên me Kadrî Bagdû û Rohat Aktaş hatin qetilkirin. Qatil bi hêsanî ji xwe re digerin. Di salên 1990’î de jî wisa bû.”
Înal axaftina xwe wisa domand. “Lê Çapemeniya Azad wekî her car çawa li ber xwe da, ew ê niha jî li ber xwe bide û stûyê xwe xwar neke. Di vê kevneşopiyê de stûxwarî tune. Me ev kevneşopî ji Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz wergirt. Em ê li dijî faşîzmê stûyê xwe xwar nekin. Hevalên me li ser rêyê şehîd bûn. Divê em jî li ber xwe bidin û bîranîna hevalên xwe bidin jiyîn.”