Rojnamevana Fransî ya li Mûsilê birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Rojnamevana Fransayî Stephane Vîlleneûve, ku duh li Mûsilê ji ber teqînê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Yek ji 3 rojnamevanên welatiyên Fransayê, ku di dema şopandina operasyona Mûsilê de ji ber teqînekê duh birîndar bûn, Stephane Vîlleneûve jiyana xwe ji dest da. Rojnamevanê bi navê Bextiyar Hedad jî, di heman teqînê de jiyana xwe ji dest da bû.

Di dema şopandina nûçeyê de, rojnamevan û tercûmanê Kurd Bextiyar Hedad, ji ber teqîna duh a li herêma Mûsil a kevn jiyana xwe ji dest da bû, 3 rojnamevanên welatiyên Fransayê jî birîndar bû bûn. Cenazeyê Hedad û rojnamevanên birîndar piştre rakiribûn baregeha DYA ya li Geyyare.

Rojnamevan Stephane Vîlleneûve ya li vir dihate dermankirin, nekarî bê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Tedawiya rojnamevanên din dewam dike.