Rojnamevan Polatsoy ê binçavkirî: Ez bi komployê re rû bi rû me

Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy, ku medya alîgir hewl dide têkiliya wî bi komkujiya li Enqereyê re deyne, di binê çavan de mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî. Polatsoy ji parêzerên xwe re got, "Ez bi komployekê re rû bi rû me."

Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy, ku medya alîgir hewl dide têkiliya wî bi komkujiya li Enqereyê re deyne, di binê çavan de mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî. Polatsoy ji parêzerên xwe re got, "Ez bi komployekê re rû bi rû me."

Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoz ê ku di çarçoveya 'Operasyona KCK'ê de hat binçavkirin, lê piştre bi îdîaya têkiliya xwe bi hesabê @DerBereday ê tweeta li ser komkujiya Enqereyê weşand re heye, tevlî lêpirsîna komkujiyê hat kirin, îro wê li Enqereyê sewqî dozgeriyê bê kirin.

Kesên ku li Rihayê hatin binçavkirin û duh anîn Enqereyê, tê payîn îro derxînin edliyeyê.

Polatsoy di lêpirsîna polîsan de mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar anî.

Polatsoy ji parêzerên xwe re got, "Ez bi komployekê re rû bi rû me. Dixwazin berpirsyariya komkujiyê bixin stûyê min" û banga hişyarî û hestyariyê li raya giştî kir.

DI OPERASYONA GIŞTÎ DE HAT BINÇAVKIRIN

Şahidê binçavkirinê kekê Polatsoy Mûstafa Ekrem Polatsoy wiha behsa binçavkirina birayê xwe kiribû, "Danê sibehê saet di 06:30 de polîsên sivîl tên malê. Di destpêkê de, bêyî raporê amade bikin xwestin birayê min bibe. Temamiya polîsên hatin hemû yên sivîl bûn. Ti wesayîteke fermî tinebû. Bavê min dema ev dît, dest li rewşê werda. Dûre neçar man bikevin nava malê û lêgerînê bikin. Vê carê malê serûbin dikin. Bi pêlavan dikevin nava mala malbatê. Birayê min dixwaze li min bigere, lê destûrê nadin. Saet di 07:00 de jinbira min geriya, yekser çûm malê. Di biryara lêgerînê de li ser teqîna li Enqereyê tiştek nedinivîsî. Ya hatibû nivîsandin ev bû: 'Ji bo deşîfrekirina xebatên deveyî qanûnî yên rêxistina terorê PKK/KCK ên li Enqereyê, di çarçoveya operasyonê de li mala gumanbar Mehmet Serhat Polatsoy lêgerîn were kirin'. Birayê min di çarçoveya operasyoneke giştî ya KCK'ê de hat binçavkirin."

Polatsoy anî ziman ku birayê wî li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê rastî îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî hatiye û got, "5 saetan li ser piyan sekinandine û bi pihîn û kulman li wî dane û îşkenceya psîkolojîk jî kirine."