Rojnamevan Meltem Oktay hate girtin

Rojnamevan Meltem Oktay, ji ber nûçeyên xwe yên di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê amade dikir, careke din hate girtin.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Meltem Oktay, ku ji ber nûçeyên xwe yên dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 14'ê Nîsanê de hate girtin û di rûniştina 2. a li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat berdan, dîsa hate girtin.

Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê 2 sal û 4 meh ê li Oktay hate birîn erê kir, Oktay roja 3'ê Nîsanê li Edîrneyê hatibû binçavkirin.

Oktay şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê.