Rojnamevan: Li dijî dengê şer em ê bibin dengê aştiyê

Li dijî astengkirina weşanê û gefên AKP'ê yên li hemberî çapemeniya azad, saziyên çapemeniyê daxuyaniyek dan. Rojnamevanan diyar kirin ku li hemberî medyaya hikûmet dixwaze bike yek deng, ew ê mafê nûçeyan ê gel biparêzin.

Sansura li hemberî çapemeniya azad ku hikûmeta AKP'ê ya demkî di çarçoveya konsepta şer de xist meriyetê, rastî nerazîbûnan hat.

Bi fermana Serokwezaretiyê, Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA), Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), sendika.org, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û rojnameya Ozgur Gundem jî di nav de gelek malperên înternetê ji aliyê Serokatiya Telekomunîkasyon a Tirkiyeyê (TÎB) ve weşana wan hat astengkirin. Di ser re Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç rabû ji bo rojnameyên Evrensel û Ozgur Gundemê got, 'makîneyên sûc in' û hedef nîşan da.

Li dijî sansura li hemberî çapemeniya azad, li Civata Rojnamevanên Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Edîtora ETHA'yê Arzû Demîr, Edîtorê DÎHA'yê Çagdaş Kaplan, nivîskarê sendika.org Alî Ergîn Demîrhan, Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, ji Rojnameya Ozgur Gundemê Sedat Yilmaz, Serokê Civata Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) Tûrgay Okayto, Sekretera Şaxê Stenbolê ya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Sevgîm Denîzalti, Sekretera Giştî ya Basin-Îş a DÎSK'ê Ozge Yûrttaş, nerazîbûn nîşanî sansura ji aliyê hikûmeta demkî ya AKP'ê ve tê meşandin, dan.

'ROJNAMEVAN AŞTIYÊ DIPARÊZIN'

Tûrgay Okayto da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê hewl dide pêşî li gel bigire ku rastiyan hîn nebe û bal kişand ser astengkirina weşana 90 malperan. Okayto ragihand ku hikûmet dixwaze rojnamevaniyeke bi yek tîpî ava bike û got, "Hikûmet bi polîtîkaya xwe ya bi rêk û pêk re, dixwaze berê gel bide şer. Lê karê rojnamevanan parastina aştiyê ye."

Li ser navê rojnamevanan Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat daxuyaniya hevpar xwend. Polat diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya demkî careke din dest bi polîtîkayên çavtirsandin û zexta li saziyên demokratîk kiriye û anî ziman ku di vê çarçoveyê de bi zext û sansura li malperên nûçeyan, ajansên nûçeyan û rojnameyan re dixwaze mafê nûçegirtinê yê gel asteng bike.

'BIRYARA TÎB'Ê NE HIQÛQÎ YE, SIYASÎ YE'

Polat bibîr xist ku Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç di 107. salvegera Rakirina Sansura li ser Çapemeniyê de rojnameyên Evrensel û Ozgur Gundemê hedef nîşan da, piştre malperên weşanên nûçeyan hatin astengkirin. Polat da xuyakirin ku TÎB'ê der barê sedema astengkirina weşanên malperan de agahî nedaye, lewma biryar ne hiqûqî ye, siyasî ye.

Polat bang li hikûmetê kir ku dest ji pêkanînên xwe yên sansur û zextê yên ji aliyê hiqûqî ve bê bingehin berde û destnîşan kir ku li hemberî medya yek dengî ya hikûmet dixwaze biafirîne, divê têkoşîna bi hev re were meşandin. Polat anî ziman ku tevî hemû zext û astengiyan jî ew ê mafê wergirtina nûçeyan ê gel her tim biparêzin.

'BÊDENG BIN, JI DEVÊ WE XWÎN DIHERIKE'

Sekretera Şaxê Stenbolê ya TGC Sevgîm Denîzalti jî diyar kir ku hewl tê dayîn mirovên li hemberî hikûmeta AKP'ê ya dixwaze Tirkiyeyê ber bi şer ve bibe deng derdixîne, bêdeng bibin. Denîzalti got, "Difikirin ku bi zext, sansur, doz û girtinan re wê karibin rojnamevanan bêdeng bikin. Lê belê rojnamevan wê bêdeng nebin, em ê bêdeng nebin. Hûn bêdeng bin, ji ber ku ji devê we xwîn diherike. Em ê rastiyan her binivîsînin."

Sekretera Giştî ya Basin-ÎŞ a DÎSK'ê Ozge Yûrttaş jî diyar kir ku li hemberî gel şer tê meşandin. Yûrttaş bal kişand ser operasyonên li hemberî saziyên şoreşger û demokrat û diyar kir ku çapemeniya azad tê sansurkirin. Yûrttaş d zanîn ku ew ê li dijî zextan li cem hempîşeyên xwe bin û got, "Weke rojnamevan, em ê dengê xwe yê aştiyê her tim bilind bikin."