Rojnamevan: Em ji bo Ozgur Gundemê amade ne
Gelek rojnamevan, bi mebesta piştevaniya Ozgur Gundemê li buroya navendî ya rojnameyê gihaştin hev. Di deqa piştevaniyê de ku 108 rojnamevanan mohra xwe danîn binî, peyama, 'em amade ne' hate dayîn.
Gelek rojnamevan, bi mebesta piştevaniya Ozgur Gundemê li buroya navendî ya rojnameyê gihaştin hev. Di deqa piştevaniyê de ku 108 rojnamevanan mohra xwe danîn binî, peyama, 'em amade ne' hate dayîn.
Piştî girtina Şebnem Korûr Fîncancî, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn ku bi mebesta piştevaniya li Ozgur Gundemê tevlî kampanyaya rêveberiya weşanê ya nobedariyê bûbûn, rojnamevanan gotin, ew amade ne bibin rêveberê weşanê yê nobedar.
Di daxuyaniya li buroya navendî ya Ozgur Gundemê de hate dayîn de, lîsteya ku wê rêveberiya weşanê ya nobedariyê bikin, radestî Ozgur Gundemê hate kirin.
Midûrê Nûçeyan ETHA'yê Onder Oner, Rêveberê Giştî yê Weşana Atilimê Sedat Şenoglû, nûnerên Sendîka.org, Evrensel, Hayat TV, rojnameya Cûmhûriyetê û rojnamevan tevlî daxuyaniyê bûn.
'EM Ê ZEXTAN TÊK BIBIN'
Deqa ku mohra 108 rojnamevanan li binî hebû, ji hêla Edîtora ETHA’yê Arzû Demîr ve hate xwendin. Demîr piştî ku bi bîr xist, rojnamevanên ku li rûmeta pîşeya xwe xwedî derdikevin, parezvanên ku dibêjin, bêyî ku çapemenî azad bibe civak nikare azad bibe, ji 3’ê Gulanê ve rêveberiya weşanê ya nobedariyê bo Ozgur Gundemê dikin, wiha domand, "Lê belê qedera rêveberên weşanê yên nobedar jî bû weke qedera rojnameyê." Demîr got lêpirsîn der heqê rêveberên giştî yên weşanê de hatine vekirin, angaştname hatine amade kirin û piştî ku dîtin pêşî li piştevaniyê nikarîbûn bigirin vê carê jî dest bi girtina kirin. Demîr bi berdewamî got, "Em rojnamevan van girtinên ku bi hiqûq, demokrasî, azadiya derbirîn û çapemeniyê û bi mafê agahdarbûna gel re qet naguncin bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku Fîncanci, Onderoglû û Nesîn serbest werin berdan. Em bi şîara, 'rojnamevanî ne sûc e û azadiya çapemeniyê ji her kesî re hewce ye' diyar dikin ku em li pişt Ozgur Gundemê ne û hazir in rêvebertiya giştî ya weşanê bi nobedarî bikin. Em pê dizanin ku tenê bi piştevaniyê em dikarin li pîşeya xwe û li rastiyê xwedî derbikevin. Em pê bawer in ku rûmeta pîşeyê wê dawî li zext û zordariyan bîne."
Demîr, deqa ku ji hêla 108 rojnamevanan ve hatibû îmzekirin da yek ji edîtorê rojnameya Ozgur Gundemê.
'PIŞTEVANÎ HÊVIYÊ DIDE'
Kaya malovayî li hevpîşeyê xwe kir û got: "Dostên me yên ku hatine vir nîşan didin ku peyama ku dUh hatiye dayîn, rast hatiye fêhm kirin. Ev mesaj êrîşeke rasterast e ya bi ser rojnamevanan, karûbarê çapemeniyê, mafê agahdarbûna gel, hînbûna rasteqîniyê û demokrasiyê; ne tenê êrîşeke li ser Ozgur Gundemê ye, êrîşeke li ser hemû civakê û hemû rojnamevanan e. Em pê dizanin ku êrîşên bi vî rengî tenê bi piştevaniyê dikarin werin beralî kirin. Em îro li vir mînekeke baş dijîn. Bo vê jî em hêvîdar in."
Kaya anî zimên ku rêzên hetiketiyê ku li Tirkiyê têne jiyîn û bawer dikin ku wê rojekê biguherin û bi berdewamî got, "Em bi têkoşîn û piştgiriyê hatin heya îro. Bi vî awayî em ê van êrîşan têk bibin."
'PIŞTEVANÎ MEZINTIR BÛ'
Ji rojnameya Cûmhûriyetê Ayşe Yildirim got, girtin bi armanca pêşîlêgirtina piştevaniyê ye û bi berdewamî go t, "Dîsa jî bi ser neketin. Berevajiyê wê, piştevanî hê xurttir bû."
Yildirim got, "Wê kelepçeyê li destê me jî bixin. Em bi vê şanaz nabin lê belê em ê bi şanazî wê kelepçeyê hilgirin," û diyar kir ku ew ê serî netewînin.
Ji Rojnameya Agosê Îshak Karakoç jî got, ew her roj li edliyeyan in. Karakoç bi lêv kir ku Fîncanci xelata Weqfa Hrant Dînk standiye û girtina Ahmet Nesîn jî nîşan dide ku desthilatdarî wê di vê pêvajoyê de zext û zordariyê zêdetir bike. Karakoç diyar kir ku rojnamevanî nikare were kelepçekirin û got, ew ê piştevaniya xwe bidomînin.
'WÊ NIKARIBIN ROJNAMEVANIYÊ ASTENG BIKIN'
Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî got ku girtina Fîncanci, Onderoglû û Nesîn êrîşeke bi ser karûbariyê rojnamevaniyê de ye. Boltan diyar kir, piştî ku nekarîn bi lêpirsînan serî li wan bitewînin, dest bi girtina kirin û wiha domand, "Bi vê, em ê bersiveke xurttir bidin mesaja ku bo me hatiye dayin."
Boltan diyar kir ku hejmara rojnamevanên girtî bûne 48 û destnîşan kir, ku xebatên rojnamevaniyê nikarin werin astengkirin.