Rojnamevan Ayşenûr Arslan hate binçavkirin

Rojnamevan Ayşenûr Arslan bi hinceta nirxandinên wê yên têkildarî çalakiya fedaî ya Tabûra Nemiran a li dijî Wezareta Karên Hundir hate binçavkirin.

Rojnamevan Ayşenûr Arslan, ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî çalakiya fedaî ya li Enqereyê, bû hedefa darazê ya girêdayî desthilatdariyê.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta nirxandinên rojnamevan Ayşenûr Arslan ên têkildarî çalakiya fedaî ya li Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Arslan li mala xwe hate binçavkirin. Hat zanîn ku wê Arslan bibin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî lêpirsînê daxuyanî da û tawanbariyên weke “propagandaya rêxistinê” û “pesnê sûc û sûcdar da” li rojnamevan Arslan kir. 

Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji ber gotinên Arslan, derheqê Arslan û Halk TV’yê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Xwediyê Îmtîyazê yê Halk TV’yê Cafer Mahîroglû ragihandibû ku bernameya Medya Mahallesî ya ku Arslan pêşkeş dikir ji weşanê hatiye rakirin.