Rojnamevan Ahmet Ayva hat girtin
Cezayê girtîgehê ya ku bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” li rojnamevan Ahmet Ayva hatî birîn, hate erêkirin.
Cezayê girtîgehê ya ku bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” li rojnamevan Ahmet Ayva hatî birîn, hate erêkirin.
Sala 2018’an bi îdîaya “heqaret li Erdogan” kiriye, derbarê rojnamevan Ahmet Ayva de lêpirsîn hate vekirin. Lêpirsîn di pêvajoya dozê de bû sûcdariya “propagandaya rêxistinê”. 3,5 sal cezayê girtîgehê yê li Ahmet Ayva hatî birîn, hat erêkirin û hat girtin.
Ayva li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev daxuyanî da: “Cezayê girtîgehê ya ji bo 3,5 salan li min hatî birîn, hate erêkirin. Min dişînin girtîgeha Sîlîvriyê. Di rojên ku li Tirkiyeyê azadiya rexnekirinê heyî û gotina ‘bila zarok nemirin’ sûc nayê dîtin de, em hevdû bibînin.”