Rojnamegerên jin ji bo Ayşe Guney daxuyanî dan

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji ber destgîrkiria edîtora Jinnewsê Ayşe Guney daxuyanî dan û diyarkirin ku ew ê pişta xebatkarên çapemeniya azad bigirin.

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta Tirk a di bi rêveberiya AKP û MHP’ê zextan li xebatkarên çapemeniya azad û rojnamegeran dike.Platformê diyar kir ku ew ê pişta rojnamgerên di bin zextan de bigirin. Platformê bal kişand ser vî tiştî ku edîtora Jinnewsê Ayşe Guney ya ku îro hatiye destgîrkirin divê were berdan.

Platformê got ku “Me mîrateya rojnamegerên jin ên heqîqetnûs wergirtine û em ê li her qadê li hemberî zextan stûyê xwe xwar nekin û gotina xwe bibêjin. Em ê şîddeta mêran û dewletê teşhîr bikin û em ê dengê jinên li dijî şîddetê li ber xwe didin jî bidin bihîstin. Em diyar dikin ku em van zextên li ser rojnamegran qebûl nakin û em ê her dem bi wan re bin.”

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e û divê Ayşe Guney were berdan.