Rojnamegerê Ozgur Gundem Akyol bi girseyî hate definkirin
Cenazeyê rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol, ji aliyê heval û hempîşeyên xwe ve bi girseyî hate definkirin. Soza şopandina rê û têkoşîna Akyol hate dayîn.
Cenazeyê rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol, ji aliyê heval û hempîşeyên xwe ve bi girseyî hate definkirin. Soza şopandina rê û têkoşîna Akyol hate dayîn.
Cenazeyê Rojnameger û edîtorê beşa aboriyê ya Ozgur Gundemê Mehmet Akyol li Stenbolê bi girseyî hate definkirin. Ji bo cenazeyê Mehmet Akyol li ber avahiya Rojnameya Ozgur Gundeme ya mohr kirî merasim hate lidarxistin. Di merasima cenaze de hevalên Akyol ên rojnameger, hevalên wî yên xebatkarên Ozgur Gundemê û gelek rojnameger amade bûn. Gelek hempîşe û hevalên Mehmet Akyol ji vir derbasî Okmeydanî bûn û li Parka Ayvalıtaşê merasim pêk anîn.
Di merasima li vir de Cîgira Hevserokên Giştî yê HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevseroka SODAPê Saniye Evren û Ersin Çatalkaya, xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kesên din amade bûn. Di merasimê de pankarta "Hevalê me Mehmet Akyol nemir e" vekirin û dirûşmên "Rêheval Mehmet nemir e" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin.
Li vir rêz hate girtin û piştî rêzgirtinê Endama SODAP'ê Kezban Konukçu, bal kişand ser jiyana Akyol a tekoşînê. Piştî axaftina li vir darbesta Akyol bi ala sor pêçan û birin Mizgefta Akşemseddinê.
Piştî karê olî cenaze birin Goristanê Hasdalê definkirin. Girsê qurnefil avêtin ser gorê û piştre derbasî mala sersaxiyê bûn.