'Rojhilata Navîn a nû wê bi tifaqa gelên Kurd û Ereb ava bibe'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya tifaqa gelên Kurd û Ereb û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn a nû wê di encama vê tifaqê de çêbibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan doh êvarê bû mêvanê bernameya Ulkeden a televizyona Medya Haberê û li ser geşedanên Kurdistan, Rojhilatana Navîn nirxandinên girîng kirin. Kalkan têkildarî avakirina Rojhilatek Navîn a nû û têkoşîna hevpar a gelan, bal kişand ser pêwîstiya tifaq û pêwendiya di navbera Kurd û Ereban de.

Dûran Kalkan destnîşan kir ku girînge Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, hêzên di nava Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de ne û Kurdên Rojava çareseriyê li cihê rast bigerin, tifaq û peywendiyên rast pêş bixin û wiha dom kir: "Ev jî çareseriya pirsgirêkê ya bi gelê Ereb û civaka wê re, bi welatparêz û demokratên Ereb re ye. Eger tifaqa MSD'ê ya li gel Partiya Îradeya Gel ewqas deng vedabe, wê demê ya rast ev e. Wê demê wê çareserî di vê rêyê de pêk were. Gelek welatparêz û dostên Sûriyeyî yên li welat û derveyî welat hene."

'TIFAQA KURD Û EREBAN GELEKÎ GIRÎNG E'

Kalkan diyar kir ku TEV-DEM, PYD û MSD dikarin peywendiyên piralî pêk bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêxistinên jin û ciwanan ên Sûriyeyê dikarin tifaqên cuda li gel gelên din pêş bixin. Dikarin Tevgera Demokratîk a Sûriyeyê ava bikin. Ji hêzên nava rejîma Sûriyeyê kîjan alîgirên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Sûriyeyê bin, dikarin bi wan re peywendî pêş bixin û tifaq bikin. Ya rast û divê pêk were ev e. Divê em girîngiyê bidin peywendiyên Kurd-Ereb. Divê em bizanibin eger tifaqa Kurd û Ereb pêk were, wê li herêmê roleke dîrokî bilîze. Êdî ev peywendî bi rêya Sûriyê dibe, bi rêya Iraqê dibe yan jî li ku derê derfet çêbibe li wir pêkanîn girîng e. Lê divê hemû Kurd û baskên wan bizanin peywendiya bi Ereban re gelekî girînge. Em weke PKK gelek girîngiyê didin peywendiyên Kurd û Ereb. Yanî peywendiyên Kurd û Ereb di dîzaynkirina Rojhilata Navîn a nû de weke peywendiya herî esasî dibînin. Ji ber ku Rojhilata Navîn a berê ji aliyê dewlet-neteweyan ve hatiye parçekirin, hatiye talankirin û wêrankirin, ji desthilatdariya faşîzm û dîkdatoriya dewlet neteweyan re hatiye hiştin. Li Rojhilata Navîn Kurd rûberûyê qirkirinê hiştin, Ereb jî parçe parçe kirin û xistin bin mêtîngeriyeke dijwar. Rojhilateke Navîn a dijî Kurd û Ereb e. Ji ber vê yekê du beşên mezin ên civakê yên li dijî rewşa niha ya li Rojhilata Navîn disekinin jî Kurd û Erebin. Herî zêde pêdiviya Kurd û Ereban heye ku li Rojhilateke Navîn a nû û demokratîk, bi awayekî aştiyane, di bin rêveberiya demokratîk de bi hevre bijîn. Ji ber ku gelên herî têkoşer Kurd û Erebin. Tifaq û peywendiya van, tifaq û peywendiya ku Rojhilata Navîn a nû pêk bîne ye.”

Kalkan bal kişand ser hewldanên li dijî tifaq û pêwendiyên nû û got, "Hêzên navneteweyî, hêzên sermayeya kûrewî ji ber berjewendiyên xwe dijberiyê dikin. Her wiha hêzên herêmî jî vê dikin. Ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve jî tê kirin. Ji ber Rojhilata Navîn a kevin ku tijî pirsgirêk û nakokiyan e, ji aliyê van hêzan ve hate çêkirin. 100-200 sale ji bo berjewendiyên vana xizmetê kir. Niha ji têkoşîna Kurdan û Ereban ditirsin. Bi taybet jî ji tifaq û yekîtiya demokratîk a van herdu hêzên têkoşer gelekî ditirsin. Ji ber vê timî hewl didin Kurdan û Ereban bi hev bixin û di nava pevçûnê de bigirin. Dixwazin nîfaqê bixin navbera herdu aliyan. Gelek rêxistin ava kirin û li hember vêya xistin nava êrîşê. Yên ku van dikin hemû hêzên derve bûn. Divê ev rastî baş were dîtin û ne Kurd ne jî Ereb neyên van lîstokan. Ji ber vê dixwazim hem bangawazî li jin, ciwanên gelê Kurd û siyaseta Kurd bikim, hem jî bang li gelê Ereb, jin, ciwan, siyaseta Ereb û hêzên dewletê yên girêdayî civaka Ereb bikim; divê em rastiyê bibînin, neyên lîstokan. Divê em neyên lîstokên berjewendîxwaz ên hêzên derve û hêzên hegemonxwaz ên herêmê. Ji bo em yekîtiya demokratîk a Kurd û Ereb ava bikin, hewl bidin. Herkes çi ji destê wan were bila bikin. Divê em ji vê eqliyeta dewlet-netewe ya teng û şovenîst xwe rizgar bikin. Divê em rêveberiya bihevrejiyankirina gelan, yekîtiya wan a demokratîk pêş bixin. Eger wisa bibe, wê pêşketineke gelekî mezin derkeve holê. Niha pêşketin ber bi vî alî ve ne. Li Kurdistanê hişmendiyek baş çêbû. Em weke PKK’ê vêya diparêzin. Rêber Apo, çarçoveya vê mijarê ya teorîk, îdeolojîk û polîtîk danî holê. Ev yek tê dîtin û lêkolînkirin, bandorê li civaka Ereb jî dike. Destpêkê di asta jin, ciwan û gelên kedkar de girîngiyê didin tifaqa yekîtiya demokratîk û welatparêz. Lê em girîngî didin hemû hêzên dijî hêzên faşîst û qirker ên dewlet-neteweyan. Bi taybet em girîngiyê didin tifaq û têkiliyên dijî dewleta faşîst a Tirk. Vaye herî dawî dagirkeriya Tirk ji Lîbya heya Îdlib û Iraqê xûya kir. Nerazîbûneke diyar a Misrê û heta ya Iraqê jî heye. Bangawazî jî tên kirin. Em vêya girîng dibînin. Divê li dijî dagirkeriya Tirk bi Kurdan re peywendî û tifaqê pêş bixin. Ev yek dê bi wan jî bide qezenckirin. Em weke Tevgera Azadiya Kurd careke din bang li gelê Ereb, jin, ciwan, siyaseta Ereb û hwd. dikin; hev bigirin. Dibêjim divê em tifaqên zêdetir pêş bixin û di nava şêwrê de bin. Ji bo avakirina sîstemên demokratîk ên fersendê didin jiyana bihevre hewl bidin. Em bawer dikin wê di vê çarçoveyê de hereket bê kirin. Em bawer dikin wê Sûriye jî û Iraq jî berbi hişmendiyeke bi vî awayî ve werin. Em bawer dikin di warê xeta îdeolojîk û siyasî û heta rêveberî de jî ber bi vêya ve werin. Eger li Sûriyê çareserî di vî alî de pêş bikeve, ev ê bilez berbi pêşve biçe. Rêber Apo got, ‘ezê yekser çareser bikim’. Çareserî li ser vî esasiye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan rewşa Iraqê jî nirxand û bal kişand ku Iraqeke evqas bi pevçûn û bi pirsgirêk nabe. Kalkan got ku ew hêvî dikin, rêveberiya Iraqê jî, bi çêker nêz bibe, serî li ber zextên hêzên derve, Tirkiye û Îranê ne tewîne, girîngiyê bide peywendiyên bi Kurdan re û wiha dom kir: "Bi taybet niha li hember Şengalê gelek lêgerînên cûda hene, gelek plan û hevdîtin tên kirin. Hêvî dikim rêveberiya Iraqê neyê lîstokan. Divê Kurdên Şengalê, gelên din û bi taybet jî sîstemeke xweser a ku Kurdên Êzidî bikarin di nava ewlehiyê de azad bijîn, nas bike. Ev yek dê Iraqê bihêz bike. Dê weke siyasî û leşkerî û piştgiriya yekîtiya civakî jî bihêz bike. Hêvî dikim rêveberiya niha ya Iraqê wisa nêz bibe. Eger wisa nebe, Iraq serî ji zextên navnetewî û herêmî re bitewîne û bê lîstokan, wê Iraq zêdetir wenda bike. Tevî ku rêveberiya Sadam Hisên ewqas bibandor û bihêz bû, çawa winda kir, divê vêya bibîne. Rejîma Sedem di van mijaran de şaş kir, lewma winda kir. Girîngî bi tifaq û peywendiyan nedan. nekarîn li gorî tê xwestin girîngî pê bidin. Ji ber vê lawaz ket, herkes li ser lîst, paşê hilweşiya. Niha hêviya me ewe rêveberiya niha, neyê heman lîstokan û heman xetê neşopînin. Hêvî dikin îradeya gelan li ber çavan bigire, yekîtiya demokratîk zêdetir esas bigire. Bi taybet xweseriya kêmîneyan erênî bibîne û bipejirîne. Bi vî awayî wê Iraq bibe welateke nimûne û rêveberiya wê jî bihêz be.”