ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva navenda nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Serokê Komîteya Tevgera Gel a Neteweyî ya Lîbyayê Dr. Mûstafa El Zaîdî got, "Divê Tirkiye û çeteyên wan ji welatê me derkevin. Yekane armanca Erdogan, dagirkerî ye. Em jî mîna Kurdan li ber xwe didin."

Nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol diyar kir, ji bo wan çapemeniya azad ew e ku li gel zext û zordariya hikumetê jî ya rast biweşîne û li aliyê gelan û kedkaran bisekinin.

Gerîlaya YJA Starê Berîvan Mervan destnîşan kir ku bi têkoşîna hevpar a gel û gerîla ew dikarin dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin û got, "Doza mafar a gelê Kurd wê bi şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve."