ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Tîrmeha 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Tîrmeha 2020'an.
Gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Heftanînê bi rengekî bêhempa li ber xwe didin, diyar kirin ku artêşa Tirk li her qadê li bin guhê berxwedana gerîla ketiye.
Piştî Partiya Çep vê carê Partiya Keskan mijara SÎHA'yên Tirk xiste rojeva meclîsê ku bi rêya van SÎHA'yan sivîl tên kuştin û sûcê şer tê kirin. Partiya Keskan xwest, teknolojiya Elman a ku di roketên SÎHA de tê bikaranîn, bê eşkerekirin.
Nûnerê MLKP/KKO Hîvron Razmûhî diyar kir, dewleta Tirk a dagirker neçar e ku li pêşberî berxwedana rûmetê ya gelên Kurdistanê têk biçe û got, "Gelên me wê ne noker û xiyanetê, ne jî komkkujiyan ji bîr bikin."
Cemîl Aksû bi bîr xist, Tevgera Ekolojiyê bi rengê tevgereke dijberê şer û alîgirê aştiyê ava bû û destnîşan kir, li Tirkiyeyê hin mijar hene ku ev tevger li ser ne heman biryarê ye.
Gerîlayên MLKP/KKO yên li qadên gerîla ne, destnîşan kirin ku dewleta Tirk wê hesabê kiryarên xwe bide û ji bo vê jî barê dikeve ser milê wan wê pêk bînin.
Di çavên Kurdekî extiyar de kku şahidî ji jinûve hebûna gelekî re dikir, me êş û serketin di heman kêliyê de didît. Di hişê xwe de Helebçe hebû, lê bi Heftanînê radibû û rûdinişt. Digot gerîla û neditirsiya.
Tevî ku Wezîrê Karên Hundir înkar dike jî tê gotin ku li Elmanyayê kontrola li ser mirovan a ji ber qewm û rengê xwe zêde bûye.