ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Şervanê enternasyonalîst Serhat Tiqqun destnîşan kir, ji bo wan wezîfeyeke bi rûmet e ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de piştgirî dane hêzên YPG û YPJ'ê.

Endama KJK'ê Ayten Amed sala 42'an a PKK'ê pîroz kir û bal kişand ser daxuyaniyên dubare yên dewleta Tirk ku dibêje 'Me PKK qedand' û got, "Berevajî lawazbûn an jî qedandinê, PKK di dema xwe ya herî xurt de ye."

Malbata Ferîde-Ehmed ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan sê caran neçar man koç bikin, anî ziman ku ew dixwazin vegerin xaka xwe.

Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh destnîşan kir ku nerazîbûna li dijî dagirkirina Rojava tê nîşandan divê li dijî kiryarên qeyûm jî bê nîşandan û got, divê Kurd û dostên wan li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê li dijî qeyûman rabin ser piyan.

Şêniyên Girê Spî li ber hêzên Rûs rabûn ku alîkarî bir gundê El-Asady û gotin, "Pêwîstiya me bi alîkariyê nîne, em dixwazin hêzên dagirker ji welatê me bên derxistin."

Sazî, rewşenbîr, nivîskar, parêzer û rojnamevnaên Kurd û Tirkiyeyî yên li Londonê deklarasyoneke hevpar weşandin û li dijî şer, xizanî û êrişên nîjadperestiyê bang li her kesî kirin ku di hilbijartinên giştî yên 12'ê Kanûnê de deng bidin Partiya Karker.

Ciwanên ku nû tevlî nava refên gerîla bûn destnîşan kirin ku ew polîtîkayên dewletên Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd red dikin û gotin, "Em hatin çiyayên Kurdistanê ji bo gelê xwe şer bikin."

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê  Îmam Taşcier diyar kir ku sed sal berê Kurdistan bêyî îradeya Kurdan bi hevpeymana Sykes Picot hate parçekirin û got: “Lê belê îro gelê Kurd li qadan yektiya xwe ava kiriye û ruhê yekîtiya Kurd derketiye holê. Divê êdî di qada siyasî de jî yekîtiyek pêş were. Kurdan yekem car yekitiya xwe li Kobanê û Kerkûkê ava kir. Divê em vê xewna sed salan pêk bînin û yekitiya xwe ava bikin.”