ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Yek ji namzeta HDP’ê ya Wanê Mukaddes Karakoç ku li Wanê bi dilgermî tê pêşwazîkirin, got Kurd di sendoqê de wê bersiva hewce bidine bloka faşîst a AKP-MHP’ê.

- HDP a ku li Wanê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de 74.82 ji sedî deng bi dest xistibû, di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dike hedef ku 75 ji sedî derbas bike.

- Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Îshak Karakaş got AKP û MHP tenê kuştinê û xwînê tînin.

- Yek ji namzetê ciwan ê HDP’êyê Stenbollê Ozan Ozgenler got li ser zemîna siyaseta xwedî rêgez a  HDP’ê ew ji bo ciwanan çareseriyê datînin holê û got divê ciwan destekê bidin HDP’ê.

- Îmad Mûsa yê Minbicî ku ji ber wênegirî dikir ketî lîsteya kuştinê ya DAÎŞ’ê got, ‘’DAÎŞ û leşkerên Tirk yek in. Em naxwazin dewleta Tirk êrîşê bîne ser jiyana me ya vir bi azadî’’.

- Çalakiya xizmên windayan wê were şopandin.