ROJEVA 9'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Adara 2020'an.

Çend wêne ji çalakiya 8'ê Adarê ya li Amedê ku ji aliyê TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ve hate lidarxistin.

Gerîlaya YJA Starê Roza Nûjîn ji Serdeştê ye, ku dayik û bavê wê bi salan li çiyayên Qendîl û Asosê pêşmergtî kiriye. Nûjîn niha hewl dide xewn û xeyalên wan ên nîvcomayî bi cih bîne.

Li Fransayê, ji ber şewba vîrûsa Covîd-19, xwepêşandanên ku zêdeyî hezar kes beşdar dibin qedexe kir.

Li Spanyayê jin îsal di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li dijî "patrîarkavîrûsê" daketin qadan.

Li Îtalyayê ku piştî Çînê welatê herî zêde ketiye bin bandora vîrûsa Korona, yek ji çar parên nifûsa welêt di karantînayê de ye.

Dengbêjiya jinan di nava civaka Kurd de xwedî cihek taybet û girîng  e. Dengê jinên Kurd çanda dengbêjiyê bêtir xweş dike. Yek ji van stranbêjan ango dengbêjan, jin a ciwan Mizgîn Turan e û mirov dikare bibêje ew namzeta kilambêjiyê ye.