ROJEVA 9'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

-Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed got şaredariya azad li dijî şaredariya gel ji hêla hişmendî, dirûv û pratîkê ve alternatîfeke cidî ye û ji bo vê jî dewlet êrîşê bi ser de dibe.

-Adil Osman Mihemed, ji Emniyeta Sor ku salên 1980'yî kujerê Kurdan Sedam Hisên, weke navenda êşkenceyê çêkiribû û Kurdên ku wê li wan bireşandana lê dihatin girtin, 8'ê Adara 1991'yê dema ku gel bi dest xist hate azadkirin. Mihemed got, ''Rojekê zindanên Rojhilat û Bakur jî wê weke Emne Sureke bibin.''

-Berxwedana şervanên YPJ’ê yên li eniya pêş ên Baxozê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin bê navber dewam e. Fermandara YPJ’ê Aryen Qamişlo diyar ku armanca wan a sereke rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên ketine lepên DAÎŞ’ê ne.

-Gerîlayên YJA Starê li çiyayên Zagrosan 8'ê Adarê pîroz kirin. Ye ji Fermanara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes di pîrozbahiyê de axivî, got, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe wê têkoşîna xwe geş bikin û bidomînin.

-Zehra Dogan ku ji ber nûçe û şêweyên xwe hatî girtin û beriya bi demeke nêz hatî berdan bal kişande greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven, diyar kir  ev 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd girîng e û got, ''Divê em vê bêdengiyê xira bikin.''

-Muazzez Yagiz, dayika Nasir Yagiz ê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 109 roj in li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr di girevê de ye, anî ziman ku her roja diçe rewşa Yagiz giran e, nikare rabe.

-Xizmên nebediyan weke her şemî vê şemiyê jî ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe bipirsin wê çalakiyan bikin.