ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Gerîlaya YJA Starê Dunya Dilbirîn destnîşan kir ku gerîla derbên giran li dagirkeran dixin û diyar kir, Heftanîn wê ji dagirkeran re bibe goristan.
MLPD'ê ragihand, bi fermandarê PKK'ê Abdûlrahman Hamo (Dozdar Hamo) re demekê li eniya enteransyonal bi hev re xebitîne û diyar kir ku şehadeta Hamo ji bo şoreşgeran hemûyan windahiyeke mezin e.
Gerîla Huseyîn, çawa ku çavên wî bi rengekî wekhev hezkirin li her kesî belav kir, di hevrêtiyê de jî cihêkarî nedikir û ji her kesî hez dikir. Bedew bû, mîna çavên xwe.
Yilmaz Guney 36 sal in ne di nava me de ye, lê belê Kovara Guney xwedî li bîranîna wî derdikeve.
Li Yekîtiya Ewropayê, 13 ji 100 kesî ji ber sedemên hawirdorê 'zû dimirin'. Bi wergirtina hin tedbîran hem pêşî li mirina bi vî rengî dikare bê girtin hem jî zêdebûna germahiya global dikare bê astengkirin.