ROJEVA 8'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdm-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir ku helwesta PDK'ê zirarê dide yekîtiya neteweyî û got: “Êrîş û hevkariya bi Tirkiyeyê re li ser axa Kurdistanê xemgînî û hêrseke herî mezin dixe dilê her Kurdekî."

Nivîskarê Yewnan Kazancakîs romana xwe ya bi navê 'Jinûve çarmixkirina Îsa' ji mêj ve nivîsî ye. Lê belê rewşa min şexsî nîne. Bi mirina rêberê wan re hewl dan bi milyonan Kurdên xwedî îradeya azad çarmix bikin.

Rojhilatiyan bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî peyam dan û gotin, "Îsal wê bibe sala azadiya Rêber Apo."

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, CPT a ku di serdana dawî ya Tirkiyeyê de neçû Girtîgeha Îmraliyê, nîşan da ku siyaset û hiqûqa serdest a navneteweyî ji dewamiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîdê berpirsyar e.

Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê ciwanan ve tê meşandin.

Alîkara Waliyê Silêmaniyeyê û parêzera mafên mirovan Leyla Omer Alî got, "Divê em ji jinên Rojavayî hêzê werbigirin, ku di şerekî gengaz de karibin mîna wan xaka xwe biparêzin."