ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê li Kurdistan û Tirkiyeyê bûyerên têkildarî hilbijartinê wê bêne şopandin.

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku li Rihayê DEM Partî bi kesên ku gel jê hez dikin û bi gel re kar kir û banga wê ya guhertinê bandora xwe li dengdanê kir.

Bi nêzîkbûna cejnê re liv û tevgera li sûkê zêde dibe, zarok kêfxweş dibin, li bajêr coşa cejnê rû dide.

Şêniyên Şêxmeqsûdê ragihandin ku Bakur Cîlo di şer û jiyanê de timî pêşeng bû û gotin, "Ereb, Kurd û Tirkmenên li taxa me bi Şehîd Bakur Cîlo tevlî berxwedanê bûn û bi ser ketin."

Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay ku mazbataya xwe wergirt û dest bi wezîfeyê kir, got "Kursiyek jî nehiştine ku em karibin mêvanên xwe lê pêşwazî bikin. Wesayitên şaredariyê nînin."