ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Kanûna 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Kanûna 2019'an.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.
Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.
Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojava Nazîra Gavriye bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, yekane armanca wan qirkirine.
Parlamenterên Parlamenta Federal a Swîsreyê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi êrişên dagirkeriyê re hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û ji Swîsreyê xwestin ku li dijî dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê.
Şahida biçûk a êriş û komkujiya dewleta Tirk a li Serêkaniyê Nêwîn Xabûr anî ziman ku hevalên wê li pêş çavên wê hatin qetilkirin û got, "Dixwazim vegerim bajarê xwe. Min bêriya lîstika bi hevalên xwe re kiriye."
Ji gerîlayên YJA Starê Rojîn Zagros got, "Min jiyana ku xeyal dikir di nava PKK'ê de dît."