ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Namzetên HDP'ê yên Stenbolê bal kişandin ser pirsgirêka bendê û gotin, valahiya ku ji ber fen û guhertina cihê sindoqan li Kurdistanê derkeve holê, divê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bê dagirtin.
- Dengdana li Konsolosxaneya Tirk a li Kolnê bi hîle û destwerdana AKP'yiyan a li dengdêran dest pê kir.
- Xizma windayan Elîf Tûran ku ji bo dîtina hestiyên bav û kekê xwe demeke dirêj têkoşiya, bang li gelan kir ku destekê bidin HDP'ê.
- Dewleta Tirk bi rêya îstîxbarat, ajankirin û kontrayan hewl dide li Minbicê tevlîheviyê derxîne.
- Endamê Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê ya Kolnê Latîf Paşahan ku 2 meh in ji bo hilbijartinê bê navber dixebite, bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin.