ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Mîrxan Karker anî ziman, dewletê nekarî hêza tevgera siyasî ya Kurd bişikîne, lewma wezîfeya nû daye Hîzbûl-kontrayê û HUDA-PAR xistiye dewrê.

Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê di encama êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin, li bajarê Koln ê Elmanyayê wê merasîmeke bîranînê bê lidarxistin.

Endamê OHD'ê Abdullah Azad bal kişand ser zext û êşkenceya li girtîgehan ku dema dawî zêde bûye û got, "Tecrîd, bêexlaqî û bêhiqûqî li Îmraliyê hate destpêkirin û belav bû."

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di navbera salên 2019 û 2024'an de 142 jin şehîd bûn. Helîme Osman ku di êrîşekê de bi birîndarî rizgar bû, anî ziman ku jinan bi îrade û biryardariya xwe bersiv dan êrîşan.