ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" vê hefteyê bi koma ji Frankfûrtê dewam dike. Kurdistanî û dostên wan bi biryar in ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê çalakiya xwe bidomînin.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku meseleya Îpek Er parçeyek ji siyaseta şer a li Kurdistanê ye.
Gerîla Sara Ronahî destnîşan kir, ku li dijî her şêwe êrişan ew ê Heftanînê biparêzin û got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, di vî şerî de em ê bi ser bikevin."
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Erdîşê Sarya Bîlîcî anî ziman, piştî ku saziyên jinan bi desteserkirina şaredariyan hatin girtin, êrişên li dijî jinan bi rengekî bêperwa zêde bûne.
Ji bo balê bikişînin ser 13 hezar penaberên li girava Mîdîllî ya Yewnanistanê asê mane, li pêşiya meclîsa Elman bi navê "Kampan vala bikin, cih heye" 13 hezar kursiyên vala hate bicihikirin.
Yekîtiya Ewropayê bang li rêveberiya Belarûsê kir ku muxalîfan hemûyan tavilê berde.
Li Nîjeryayê ji ber êrişa li ser gundekî gelek sivîl hatin kuştin. Tê texmînkirin ku êriş ji aliyê çeteyên Boko Haram ve hatiye kirin.
Li dijî hêza cûntayê ku di 18'ê Tebaxê de li Malî dest danî ser rêveberiyê, welatên cîran ketin nava liv û tevgerê û ji bo rêveberî radestî sivîlan bê kirin, 8 roj dem dan.