ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bûyerên têkildarî hilbijartinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê werin şopandin.

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku li Wanê berxwedan û piştevanî bi ser ket û got, "Ji bo xwedîderketina li berxwedana Wanê tifaqa 86 milyon mirovî hebû. Bi heman berxwedan û piştevaniyê em ê nehêlin bajarên bin bêne desteserkirin."

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê li ser îtiraza AKP'ê biryar hate dayin ku hilbijartin jinûve bê kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Xelfetiyê Mehmet Karayilan got, hemû derfetên dewletê hatine bikaranîn û bêrêtî hatiye kirin.

Li Curnê Reş biryar hate dayin ku hilbijartin jinûve bê kirin. Hevşaredar Garîb Yeşîl diyar kir ku wê dest jê bernedin û bi berxwedanê Curnê Reş jinûve bi dest bixin.

Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol anî ziman ku wê bajarê xwe bi jin û ciwanan bi rê ve bibin û tawîzê ji şaredariya civakî nedin.

Lîstika Gustîl ku hesta yekîtî û hevgirtinê xurt dike, têkiliyên civakî jî xurt dike û dike ku şêniyên Dêrikê demeke kêfxweş bi hev re derbas bike.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin çalakî lidar xist.