ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Mijdara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Mijdara 2019'an.
Bûyerên der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.
Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tên kirin wê werin şopandin.
Endamê Dîwana KCD'ê Hîlmî Aydogdû diyar kir ku meseleya Kurd êdî ji Tirkiyeyê derbas kiriye û got, "Eger Kurd vê pêvajoyê bi kar neynin, wê firsendên gelekî dîrokî ji dest biçin."
Şervanên QSD'ê yên li eniya Eyn Îsayê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin gotin, "Li dijî dagirkeran em ê ji mafê xwe yê parastina rewa tawîzê nedin."
Endamên saziya tenduristiyê ya sivîl Dewriyeyên Bûrma yên Azad (Free Burma Rangers) ku li Rojava bûn hedefa êrîş û bombardûmana dewleta Tirk a dagirker, gotin ku ew dixwazin êrîşên li dijî Rojava ji dinyayê re ragihînin.
Partiya Çep û Sosyalîst (SV) xwest, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bên rawestandin û dewleta Norwêcê Rojava nas bike.
Îran ku piştî DYE'yê biryar wergirt ku xwe ji berpirsyariyên Peymana Nukleerê vekişîne, ragihand, ku ji îro û pê ve dest bi dewlemendkirina ûranyûmê kirine.