ROJEVA 7'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê Desteya Ekolojiyê Îbrahîm Esed got, dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêk û pêk qirkirina ekolojîk û civakî dike.

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya got, wê projeya "Dixwazim li cihê ji dayik bûme têr bibim" bixin meriyetê û destnîşan kir ku wê koça ji Gimgimê rawestînin.

Endamên Komîsyona Lêkolînkirina Qezaya Kanê ya Îlîçê ya li Meclîsê hate avakirin wê li navçeya Licikê lêkolînê bike ku karesata madenê lê qewimî.