Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn diyar kir, ku kesên bi unîforma li Tirkiyeyê bi erka parastin û ewlekariyê radibin, lê li Kurdistanê kiryarên tundî û destavêtinê ne.

Dema ku ev wêne kişandin bi ser ketibûn. Ji ber ku beza ber bi karwanê nemiran a ji bo rûmet, azadî û rizgariya gelê xwe, rûmeta herî mezin bû. Wan bi bîr bînin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji rojnameya Yewnan Demokratîa re axivî û got, "Polîtîkaya heyî ya Tirkiyeyê li ser tunekirinê ye. Yanî polîtîkayeke sosyal-darvînîst e, li ser tunebûna me polîtîkayê diafirîne, bi guhertina demografiyê hewl dide Kurdan ji holê rake."

Derhênerê dokûmantera muzîkal a bi navê 'Efrînê Evînê' Zekeriya Efrîn diyar kir ku bi rêya vî karî wan peyama "Tu çiqasî êriş bike, tu dagir jî bike, nikarî çanda me tune bike" didin dagirkeran.

Li paytexta Belarûs Mînskê, li dijî Serokdewlet Lûkaşenko xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Li gel hişyariyên hêzên ewlekariyê, bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşandanên bi pêşengiya jinan bûn.