ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Çileya 2020'î.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê bên şopandin.

Çalakgerên hefteya 394'an a nobeda 'Azadî ji Ocalan re' gotin, "Dem ew dem e ku em xwedî li Rêberê xwe, xwedî li rûmeta xwe derkevin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir, "Berpirsyarê komkujiya 9'ê Çileyê MÎT a Tirk, rêveberî û hikumeta AKP'ê bûn."

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ji nava me çû bin, lê belê bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê."

YJK-E'yê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir û got, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku bi beşdariya li vê meşê hesab ji kujeran bipirsin."

Di sala 2019'an de li cîhanê bi dehan milyon hektar qadên daristanî ji ber şewatê şewitîn. Şewat hema bêjin li hemû parzemînan rû da.

Ji Fermandarên HPG'ê Serhat Patnos bi bîr xist ku artêşa Tirk ji bo tasfiyekirina gerîla li herêma Botanê gelek caran derket operasyonê û got, "Gerîla di van operasyonan de bêyî windahiyan bide derbên mezin li artêşa Tirk xist."