ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Tîrmeha 2020'an.

Rewşa dawî ya Cenga Heftanînê wê bê şopandin.

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût diyar kir ku divê ew rêxistiniya xwe xurt bikin û got, desthilatdarî li pêşberî hêzeke rêxistinbûyî her tim bi paş ve gavê diavêje.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Fatîn Kanat diyar kir, êrişa li ser KCD'ê encama siyaseta dij bi Kurd e û got, "Ev rê rêyeke bêdawî ye. Di nava rewşa xwe ya xitimandî de dilebitin."

Gerîlayên YJA Starê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê nirxandin û gotin, "Li ser vê xakê xwîna hevrêyên me rijiya ye. Bicihbûna li vê xakê wê ne hêsan be."

Ji bo li Kurdistanê bi rengekî azad şer bike bi rê ketibû. Ji Amedê berê xwe dabû Heftanînê. Zanîbû ku berdêla azadiyê giran e, bedew e. Bi vê têgihiştinê hatibû çiyayên azad.

Hikumeta Elman a Federal cara yekê bi rengekî eşkere ragihand ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava ye. Hikumeta Merkel got, "Hebûna Tirkiyeyê ya li herêma Kurdan a Sûriyeyê rewa nîne" û li dijî vîrûsa koronayê ew dixwazin milyone Euro alîkariyê bide Rojava.

Bila şervanên berxedêr ên bi biryar, bawer û rê nadin mêtingeriyê qala destanên xwe bikin. Em di demên herî zindî de ne ku yên şer dikin pê bedew dibin.