ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

ROJEV 6'Ê NÎSAN

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê li Kurdistan û Tirkiyeyê geşedanên têkildarî hilbijartinê wê bên şopandin.

-Çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.

-Parlamenterê Şirnexê Îmrez diyar kir ku xelkê Şirnexê îradeya xwe raber kir û mazbata da namzetên DEM Partiyê û got: “Ti rewabûna yên ku bi hîleyan li wan kursiyan rûniştine, nîne.”

-Parlamenterê Swîsreyî Jean Tschopp bal kişand ku wê ti asta hiqûqî ya tecrîda Îmraliyê nebe û got ku Swîsreya endamê CPT’ê divê têkildarî rewşa Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê.

-Gerîlayên ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin, diyar kirin ku weke rojbûna netewekê li vê rojê dinêrin û gotin ku bi paradîgmaya xwe bûye rêberekî gerdûnî.

-Zagros Avaşînê ku ji Metîna heta Şengalê, ji Şengalê heta Zapê di gelek qadan de berxwedaneke mezin raber kir, derbên giran li dagirkerên ku xwestin têkevin tunelên şer, xist û rê neda dijmin.