ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Mijdara 2019'an.

Der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê rewşa dawî bê şopandin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê bên şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan: Dewletên herêmê sed sal in zilmê li Kurdan dikin, lê belê dinyayê nebihîst. Dengê Kurdan îro êdî gihîşt tevahiya dinyayê. Çiqasî navneteweyî bibe wê ewqasî jî bi kêrî Kurdan bê.

Dewleta Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe di 9'ê Cotmehê de êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Serêkaniyê kirin, gelek deverên baweriyan kirin hedef.

Yek ji kesên ku têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re eşkere kir, Casper Mueller ê Danîmarkî ye ku li Baxozê hate girtin. Mueller ê ku 10 meh in girtî ye û tevlî gelek komkujiyên DAÎŞ'ê bû, dema ku di şerekî de birîndar bû ew birin Tirkiyeyê û 3 mehan ji aliyê doktorên Tirk ve hate dermankirin.

Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedîk diyar kir ku AKP krîza aboriyê bi rêya qeyûman hewl dide binixumîne û got, "Bi qeyûm û polîtîkayên şer krîza aboriyê nayê nixumandin."