ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Adara 2020'an.
Gultan Kişanak got, "Em ew jin in ku nikarin dîl bên girtin" û ji bo 8'ê Adarê ev peyam da: "Em ê bi tilîliyên xwe, bi stran û govenda xwe bi we re li qadan bin."
Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy got, "Tirkiyeyê hewl da hêzan li dijî hev bi kar bîne, lê belê êdî dawî li vê siyasetê hatiye. Ji ber vê yekê li Idlibê ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomasiyê ve têk çûye."
Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nirxand û got, "Jin divê rola xwe ya dîrokî bi rengekî hîn çalaktir bilîzin."
Aktîvîstê Platforma Parastina Hewselê Guner Yanliç li ber êrişên dewleta Tirk rabû yên ji bo tinekirina xwezaya Kurdistanê û got, ji ber polîtîkayên talanê Çemê Dîcleyê ziwa bûye.
Kedkarê doza sosyalîzmê û parêzvanê mafên mirovan Kamber Erkoçak ku li sirgûnê li Berlînê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate oxirkirin.
Li Meclîsa Federal a Elman wê vê Înê bi sernavê "Perspektîf û firsendên rojane yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn" konferansek bê lidarxistin.