ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Nobeda li Strasbourgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 585'an de bi endamên Tevgera Ciwanan dewam dike.
- Rasim Îpek di salvegera şehadetê de qala kurê xwe Rêzan Erzûrûm kir û got, "Roja ku Rêzan hate veşartin li bajêr kes nema, her kes tevlî merasîmê bû. Rêzan wê timî di dilê me de be."
- Desthilatdariya AKP-MHP'ê bênavber demografiya Kurdistanê diguherîne. Ji bo Tirkên Ahiskayê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê bi cih bike, dest bi çêkirina 300 avahiyan kir.