ROJEVA 6'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Îlona 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Îlona 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Berpirsyarê PDKS'ê yê Ewropayê Mahmûd Davûd nerazîbûn nîşanî Şaredariya Dînslakenê da ku Festîvala Çanda Kurd qedexe dike û got, ev helwesta kêfî ya şaredariyê ku beriya serdana Erdogan nîşan dide, helwesteke siyasî ye.
- 7 febrîqeyên ard ên li Wanê ku bi sedan kes lê dixebitin, ji ber têkçûna aboriyê di nava krîzeke giran de ne.
- Azîz Ormanli ku li gundê xwe yê hatiye valakirin çewlika elokan a organîk çêkiriye ji derdora xwe re bûye mînak. Ormanli got, "Heta ku dewlet dîsa me ji gundê me dernexîne, ez ê vî karî bikim."
- Ji ber polîtîkaya tund a Îtalyayê, koçberan berê xwe dan Spanyayê. Tê gotin, li peravên Spanyayê cesedên gelek koçberan hatine dîtin.