ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Çileya 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Çileya 2020'an.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê bên şopandin.
Hevserokê Komeleya DFG'ê Serdar Altan got, li Kurdistan û Tirkiyeyê zext û tundiya li dijî rojnamevanan zêde bûne û destnîşan kir, ji bo kêmkirina van zextan wan pêwîstî pê dîtine ku komeleyê ava bikin.
SKB'ê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir û ragihand, "Em bang li jinên koçber ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dikin ku di 11'ê Çileyê de li Parîsê li hev kom bibin."
Gerîlayên YJA Starê Çevrê Guler û Nazlican Rêdûr û gerîlayê HPG'ê Baran Întîkam bi wesîleya salvegera 7'an a Komkujiya Parîsê axivîn û destnîşan kirin, ku bi komkujiyê re êriş li dijî têkoşîna azadiyê ya Tevgera Jinên Kurd hatiye kirin.