ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'Ê

Sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdm-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Ji Fakulteya Zanyarên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Calabrîa ya Îtalyayê û ji senatoya akademîk 74 profesor û doçentan piştgirî dan kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk û DAÎŞ ditirsin, şoreş û pêşketina civakî ya bi pêşengiya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, li herêmê belav bibe. Lewma êrişî jinên Kurd û Ereb dikin.

'Ti operasyonên dewleta Tirk wê bandorê li armancên gerîla neke. Gerîla di her şert û mercî de bersivê dide dagirkeriyê. Erka gerîla parastina civaka Kurdistanê, têkbirina faşîzmê û bidawîkirina tecrîdê ye."

Her çiqasî ku rewşa xirab a aboriya Îranê çavkaniya xwe ji ambargoyên li ser Îranê tê ferzkirin digire jî beşeke mezin ji sedema krîza aborî ya Îranê û hilweşîna wê ji gendeliya sîstematîk a dewletî û burokrasiya xwe digre ye.

Swêdê qebûl kir ku di kuştina Olof Palme de rola Kurdan nîne, lê tevî vê yekê jî penaberên Kurd dersînor dike. Vê yekê nerazîbûn zêde kir.

UNESCO di Lîsteya Mîrateya Xwezanî ya Çandî ya Cîhanê de bi giranî cih dide welatên Ewropa û Efrîkayê. Gelek mîrateyên mirovahiyê yên li Efrîkayê ku cih jê re nayê dayin, di bin metirsiyê de ne.