ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Karên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk diyar kir ku ji bo danîna hîmên xweparastinê yên têkoşîna jinê yên herêmî bi mîsyona pêşengiyê radibin û got, "Em ê bi hêza Jin, Jiyan, Azadî dijmin biqedînin."

- Viyan a 29 salî ku weke zaroka ji malbateke ji rojhilatê Ewropayê li Îngilistanê ji dayik bû û mezin bû, saleke li Rojava di nava têkoşînê de ye. Viyan diyar kir ku têkoşîna jinê ya li Rojava bûye hêvî ji jinên cîhanê re.

- Zubeyde Îsmaîl got, "Jinên Kurd bi şoreşê re xwe perwerde kir, zincîra koletiyê qetand, azad bû, şer kir û bû fermandar, di nava civakê de bû xwedî mîsyon û mafê gotinê."

- Ji namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê DEM Partiyê Dogan Hatûn got, "Em ê bi civakê re destketiyên xwe careke din bi dest bixin û pêvajoya jinûve avakirinê bidin destpêkirin."