ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCK'ê têkildarî 8'ê Adarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tirkiye veguheriye navenda paşverûtiyê ya bi serweriya mêr. Ya ku vê paşverûtiyê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Dijminatiyê li jinê dike. Lewma di sala 2020'î de herî zêde êrişî jinê kir, bi sedan siyasetmedarên jin ên têkoşîna azadiyê ya jinê xist zindanê. Destavêtin û kuştina jinê jî weke amûrek ji bo xurtkirina serweriya mêr bi kar anî."

Berdevka Meclîsa Jinê û Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin wê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û dengê xwe yê azadî û têkoşînê bilind bikin.

Elî Nebî li dijî amadekariyên Baasê, ew kes bû ku yekemîn fîşeka Raperînê ya 5'ê Adarê teqand. Jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd derbas kir, lê mixabin bi destê PDK'ê şehîd hate xistin.

Rêvebera OHD'ê ya Amedê parêzer Ozlem Vûrgûn anî ziman ku CPT di mijara tecrîdê de karê xwe nake û got, "Tecrîd li vî welatî li her kesî tê ferzkirin. Divê her kes li dijî tecrîdê têbikoşe."

Li cîhanê ku ji 10 kesan yek jê birçî ye, ji şeş parên xwarin û xurekê yek par tê avêtin. Ev yek di germahiya global de jî roleke xwe ya cidî heye.