ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Dewleta Tirk li gel her cûre êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve. Ji dîmenên çalakiyan eşkere dibe bê artêşa Tirk di vî şerî de çiqasî tengav bûye. Analîza Egîd Sîrwan.
- Îbrahîm Ûzûn ku cenazeyê kurê wî di hundirê qutiyekê de radestî wî hate kirin, diyar kir ku dewletê jê xwest ku tevlî çalakiya li pêşiya avahiya HDP'ê ya li Amedê bibe, ji ber ku wan ev yek qebûl nekirine, cenazeyê kurê wî di hundirê qutiyê de radestî wan kirine.
- Stranbêj û hunermendên Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) ji bo hevalê xwe yê hunermend ê li Parîsê hate qetilkirin Mîr Perwer û dayika wî gor çêkirin.
- Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz nerazîbûn nîşan da ku Walîtiya Mûşê tevlîbûna li pîrozbahiyên li Milazgirê li mirovan ferz dike û got, "Budçe ji bo desthilatdariyê tê bikaranîn û gef li xebatkaran tê xwarin."