ROJEVA 5'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Îlona 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Îlona 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Hevserokê Giştî ıyê HDP'ê Sezaî Temellî bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir ku yekane sedema polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê tecrîda li ser Ocalan e. Temellî got, "Em baş pê zanin ku dengekî ji Îmraliyê bê, wê têkoşîna aştiyê xurtir bike."
- Hunermend Ferhat Tûnç got, ji bo gundên Dersimê bê mirov bên hiştin dewlet bi rengekî vekirî daristanan dişewitîne û sûc dike.
- Wekîla HDP'yî Başaran nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Ji bo qedandina şerê li Kurdistanê rêya çareseriyê li Îmraliyê ye."
- Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê bi rêxistin dike û li Efrîn û Şehbayê bi nasname û unîformayên cuda bi kar tîne.
- Dadgeriya Tirk, dosya li ser kuştina Cemîla Çagirga jî xist nava 'kiryarê nediyar'. Dadgehê biryara "lêgerîna daîmî" da. Çagirga li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû kuştin û cenazeyê wê bi rojan li sarincê hatibû hiştin.
- Serdana fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Maas a ji bo Tirkiyeyê îro dest pê dike. Maas beriya serdanê xwest 7 welatiyên Elman ên girtî bên berdan. Bala her kesî li ser e, bê Maas wê bi Erdogan re ji bo vê yekê bazara çi bike.