ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Pîvan, hilanîn û danîn, bi nemerdî û xayinî li Efrîkayê ez avêtim welatê mirovxuran. Xwedêgiravî ez xapandim û bi hostayî hatim pakêtkirin û li Îmraliyê di darbestekê de hatim bicihkirin.

- Akademîsyen Yektan Turkyilmaz diyar kir ku ji ber ku îro li Tirkiyeyê rewşeke asayî nîne, encama ji sindoqan ne bes e û destnîşan kir ku ji bo vê yekê divê di hilbijartinan de zêdetir hewl bê dayîn.

- Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala bi dengê zindî yê Erdoganê ku beriya hilbijartinê destûr nehatibû dayîn ku were Ewropayê, welat bi welat digere, xebatên hilbijartinê dimeşîne.

- Di roja 34’emîn a Berxwedana Serdemê de Roşîn Efrîna ku bi giranî birîndar bûbû, agahiya şehadeta kur û hevjînê xwe distîne. Bi hesta tolhildanê birînên xwe pêça û bê navber têkoşîna xwe didomîne.

- Hevserokê DADÊ yê Enqereyê Mûstafa Karabudak diyar kir ku desthilatdariya niha hewl dide ku civaka Elewî ya ku bi qetlîaman neqediyaye, bispêre dewletê û got, "Dewlet hewl dide ku Elewiyên li gorî xwe meqbûl ava bike.”

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê dê bên şopandin.