ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'Ê

Sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdm-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez got, "Desthilatdariyê, neheqiya li Îmraliyê dike li tevahiya welêt belav kiriye."

Li girtîgehan 70 roj in li dijî tecrîdê greva birçîbûnê heye. Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn ragihand ku bi qasî desthilatdariyê muxalefet jî sûcdar e û got, "Li Îmraliyê hiqûq nîne." Keskîn nerazîbûn nîşanî CPT jî da ku neçû serdana Îmraliyê.

KCDK-E, TJK-E û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê piştgirî dan cotkarên li Hindistanê li ber xwe didin û destnîşan kirin ku yên gel divê radestî gel bên kirin.

Ji fermandarên HPG'ê Kûrtay Şahîn diyar kir ku artêşa Tirk kapasîteya xwe ya teknîkî hemû seferber kiriye, lê belê tevî vê yekê jî nikare bi ser gerîla ve bê.

Piştî tekmîla çalakiyê, şehadeta Eylem hate ragihandin. Li ser zimanê her kesî ku qala wê dikin, heman gotin hebû: ked, fedakarî. Fermandara şer û jiyanê bû.

"Her wekî din gelek nêzîkatiyên hevaltiyê bandoreke mezin li min dikir. Ji ber vê her hewildanên min ew bû ku ez jî weke şervaneke azadiyê, bi van hevalan re cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigirim."

Greva birçîbûnê ya li girtîgehên Wanê bi koma nû dewam dike. Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Kûdret Temel diyar kir ku zexteke gira li girtiyên siyasî tê kirin ên ketine greva birçîbûnê.

Ji bo sûcên şer ên rejîma Srî Lankayê li dijî gelê Tamîlê kiriye bên lêkolîn, îro li paytexta Elmanya Berlînê xwepêşandanek tê lidarxistin. Meclîsa Kurdistaniyan Berlînê jî ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin xwepêşandanê.

FEY-KOM'ê li ser salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyanî da û bernameya çalakiyan a li Awûstûryayê ya di navbera 1-15'ê Sibatê de eşkere kir.